Qemyon û trektor li hev qelibîn: Mirîyek, 5 birîndar

Hat destnîşankirin ku li navçeya Çinarê qemyonek û traktorek li hev qelibîn, di encama qezayê de kesek canê xwe ji dest da, 2 jê giran 5 kes jî birîndar bûn.

Ekleme: 27.09.2022 08:45:40 / Güncelleme: 27.09.2022 08:45:40 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin li ser rêya Dîyarbekir-Mêrdîn 10 kîlometre nêzê Çinarê qemyoneke bi plaqeya 52 K7 260 û traktoreke bi plaqeya 21 ED 569 li hev qelibîn, di encama qezayê de kesek canê xwe ji dest da, 2 jê gira 5 kes jî birîndar bûn.

Kesên birîndar, piştî midexelekirina li cihê bûyerê hatin rakirin Nexweşxaneya Dewleta Çinarê û derheqê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)