Li Bangladeşê qezaya kelekê: 24 mirî

Hat destnîşankirin di Çema Karatoya ku li herêma Panchagarhaya Bagnladeşê ye de kelekek bin av bû 24 kes canê xwe ji dest dan, 30 kes jî winda bûn.

Ekleme: 26.09.2022 09:35:31 / Güncelleme: 26.09.2022 09:35:31 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Keleka ku ji bona bernameya Roja Mayalayaya ku di çarçoveya Mihrîcana Durgu Pajuya Bangladeşê de tê tertîpkirin mirovan bar dikir dema ku hate orta Çemê Karatoyayê bin av bû, di bûyerê de 24 kes canê xwe ji dest dan, herî kêm 30 kes jî winda bûn.

Ji teref rayedaran ve hat destnîşankirin ku di kelekê de bi tevî pîrek û zarokan 60-70 kesan hebûne.

Xebatên lêgerînê a ku ji bona kesên winda bên dîtin hat destpêkirin didome. (ÎLKHA)