Li nêzê Çeneqqeleyê kelek bin av bû: 4 jê zarok 6 kes mirin

Hat destnîşankirin ku li navçeya Ayvalika Çeneqqeleyê, ji ber bin av bûna keleka ku koçber tê de bûn 6 kes canê xwe ji dest dan, 15 kes hatin xelaskirin û ji bona keseke winda jî xebatên lêgerîn û xelaskirinê hate destpêkirin.

Ekleme: 24.09.2022 15:40:30 / Güncelleme: 24.09.2022 15:40:30 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Hat diyarkirin ku li nêzê Babakaleya navçeya Ayvalikê keleka ku koçber tê de bûn ji bona ku biçe Girava Mîdîllîya Yunanistanê bin av bû.

Li ser xeberdayînê ji cihê bûyerê re ekîbên ewlehîya sehlê hatin sewqkirin. Ekîbên ku giştîn cihê bûyerê, 15 koçberan xelaskirin, 4 jê zarok cesedê 6 kesan jî dîtin.

Hat hînbûn ku xebatên lêgerînê ya ji bona kesekê yê winda hêj didome û rewşa tenduristîyê ya koçberan jî baş e. (ÎLKHA)