Karwana Hêvîyê ya Mêrsînê alîkarîya xwarinê belav kir

Karwana Hêvîyê ya Mêrsînê, ji xwedîyê mihtacan re alîkarîya xwarinê belav kir.

Ekleme: 24.09.2022 14:15:29 / Güncelleme: 24.09.2022 14:15:29 / Xeberen Kurdi / Mersin Haberleri
Destek için 

Ferhat Piranê Alîkarê Serokê Karwana Hêvîyê yê Mêrsînê ku derheqê fealîyetên alîkarîyê de agahîyan da, bal li ser muhîmtîya alîkarîya xêrxwazan ji bona kesên mihtac kişand.

Pinar, ji bona lazimatîya kesên mihtac bang kir û weha got, “Em bi navê Karwana Hêvîyê alîkarîyên xwe wek ku me berê alîkarîya qirtasîyeyê, xwarinê û meddî kir berdewam dikin. Alîkarîyên me yên ku ji bona lazimatîya wan tê kirin, bi rastî jî piçek be jî wan kêfxweş dike. Em jî ji bona ku wan alîkarîyên ku xêrxwazan didin me bighêjînin wan mihtacan xebateke mezin dikin û lazimatîya wan mihtacan dibînin.”

Pinar, di berdewama axavtina xwe de îfade kir ku ew di navbera mihtacan û xêrxwazan de dibin wek pirekî û weha axavtina xwe zêde kir, “Ev alîkarîyên ku em dikin encax lazimatîya wan yê rojekî dibîne. Yanê ev alîkarîyên ku em dikin heta cihekî wan îdare dike. Ev mirovan lazimatîya wan tenê ji xwarinê re tuneye, bi tevî xwarinê lazimatîya wan ji sitarekgehekî, tenduristî, perwerdehî û germbûnê re heye. Em jî bi sazîtî ji bona ku ev lazimatîyên mihtacan bibînin hêvîya alîkarîya xêrxwazên xwe yên ku dilê wan dewlemend e ne.” (ÎLKHA)