Di nav hefteyek de 1633 koçber hatin xelaskirin

Fermandarîya Beravê ya Sehlê daxuyand, di nav hefteyek de 1633 koçber hatin xelaskirin, 5 şikdarên qaçaxçî jî hatin qefaltin.

Ekleme: 24.09.2022 13:55:28 / Güncelleme: 24.09.2022 13:55:28 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Fermandarî di hîsaba xwe ya medyaya civakî de daxuyanîyek belav kir û di daxuyanîya xwe de weha got, “Di fealîyetên Fermandarîya Beravê ya Sehlê ku 7 roj 24 seatan dikin de, di encama 44 bûyerên ku di navbera 16-22yê Îlonê de pêk hatin de 1633 koçber hatin xelaskirin, 5 şikdarên qaçaxçîyên koçberan hatin qefaltin.” (ÎLKHA)