Li Pakistanê ji ber lehîyê hejmara kesên canê xwe ji dest dan derket 1606 kesan

Hat ragihandin ji ber barana ku ji 14ê Hezîranê vir ve tesîra xwe didomîne hejmara kesên ku canê xwe ji dest dan derket 1606 kesan.

Ekleme: 24.09.2022 12:20:29 / Güncelleme: 24.09.2022 12:20:29 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gorî daneyên Ajansa Bireveberîya Afeta Neteweyî yu Pakistanê (NDMA), 579 jê zarok û 325 kesên wan pîrek bi temamî 1606 kes canê xwe ji dest dan.

Ji ber lehîyê 2 milyon û 16 hezar û 25 xanî zirarê dîtin, 13 hezar û 74 kîlometre rê xira bû, 392 pir hilweşîyan 1 milyon û 67 hezar û 241 heywan jî telef bûn.

33,4 milyon kes jî  ji baranan tesîrdar bûn. (ÎLKHA)