Li Kambocayê keleka ku Çînîyan tê de bûn bin av bû: 23 winda

Li wîlayeta Preah Sîhanouka ku li başura Kambocayê ye di encama bin av bûna kelekek de 23 welatîyên Çînê di behrê de winda bûn.

Ekleme: 23.09.2022 11:20:28 / Güncelleme: 23.09.2022 11:20:28 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Rayedarên Kambocayê, gotin keleka ku 41 welatîyên Çînê tê de bûn li nêzê Sîhanoukvîlleyê ji ber sedemeke ku hêj nedîyar e bin av bû.

Ji teref rayedaran ve hat ragihandin ku heta niha 18 kes hatin xelaskirin, 23 kes jî hêj winda ne.

Tê destnîşankirin ku welatîyên Çînê, ji bona ku bi qaçaxî bixebitin dem bi dem diçin herêmê.

Xebatên ku ji bona kesên winda bên dîtin didome. (ÎLKHA)