Li El Salvadorê di hezazê de 7 kes mirin

Hat diyarkirin ku li El Salvadorê ji ber barana zêde di hezaza ku li du nuqteyên cuda pêk hat de 7 kesan canê xwe ji dest dan û 1 kes jî birîndar bû.

Ekleme: 23.09.2022 09:40:31 / Güncelleme: 23.09.2022 09:40:31 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li El Salvadora welatê Emrîqaya Navîn ji ber barana gur lehî rabû. Li du bajarên cuda yên welêt di encama hezaza axê de 7 kesan canê xwe ji dest dan û kesek jî birîndar bû.

Hat diyarkirin ku li gundekî bajarê Huizucar ê ku dikeve başûrê rojavayê paytext San Salvadorê yek ji wan hezazê pêk hat û di maleke hilweşiyayî de 3 jê zarok bi tevahî 5 kesan canê xwe ji dest dan.

Li bajarê Panchimalcoyê jî di hezaza axê de 2 kesên ku xanîyên wan di bin axê de mane canê xwe ji dest dan û 1 kesê ku ew jî di bin axêde maye birîndar bû.

Ajansa Parastina Sivîl a El Salvadorê ragihand ku ji ber barana zêde ya ku di rojên dawî de li herêmê bi bandor bûye, li 29 bajarên li peravên okyanûsê yên welêt hişyariya pirteqalî, li bajarên dinê jî hişyariya zer hatiye dayîn. (ÎLKHA)