Artêşa Nîjeryayê: 36 heb mîlîtan hatin kuştin

Artêşa Nîjeryayê, diyar kir di encama êrîşa hewayî de 36 mîlîtanên alîkarê zêdegavî hatin kuştin.

Ekleme: 23.09.2022 09:30:32 / Güncelleme: 23.09.2022 09:30:32 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Musa Danmadamîyê berdevkê artêşa Nîjeryayê, derheqê êrîşê de ragihand ku di nav du hefteyên dawîn de li dijî mîlîtanên alîkarê zêdegavî êrîşên hewayî tê kirin.

Danmadamî, di berdewama daxuyanîya xwe de îfade kir ku di encama êrîşê de 36 mîlîtan hatin kuştin.

Danmadamî, diyar kir ku li herêmê piştî êrîşê gelek operasyonan hat kirin û di encama wan operasyonan de 130 sîvîl hatin xelaskirin, xeyn ji 36 mîlîtanan 12 kesên ku lojîstîkê peyda dikirin jî hatin qefaltin. (ÎLKHA)