Keleka ku koçberên Sûrîyeyî, Libnanî û Filsitînî tê de hebûn bin av bû: Herî kêm 34 mirî

Di nav keleka ku li nêzê bajara Tartusa Sûrîyeyê bin av bû de, 34 kes canê xwe ji dest dan, ji 100î zêdetir kes winda bûn û 20 kes jî hatin xelaskirin.

Ekleme: 23.09.2022 09:05:31 / Güncelleme: 23.09.2022 09:05:31 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Kelekek li bajara Tartusa ku li rojavaya Sûrîyeyê ye bin av bû.

Piştî bin av bûna kelekê 20 kes hatin xelaskirin.

Cesedê 34 koçberên ku ji Filistîn, Sûrîye û Libnanê bûn hatin derxistin.

Hat ragihandin ku li herêmê xebatên lêgerîn û xelaskirinê didome. (ÎLKHA)