Li Angolayê mînîbûs qelibî: 12 mirî 18 birîndar

Di encama qezaya ku li başura Angolayê pêk hat de 12 kes mirin, 18 kes birîndar bûn.

Ekleme: 22.09.2022 13:55:30 / Güncelleme: 22.09.2022 13:55:30 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li wîlayeta Benguelaya ku li bakura Angolayê ye mînîbûseke ku 30 kes tê de bûn qelibî. Li gorî dîyarîyên ‘ewil 12 kes mirin, 18 kes jî birîndar bûn.

Rayedaran îfade kirin ku qeza ji ber lez, bêdîqetî û xirabûna teknîkî pêk hat.

Hat ragihandin ku rewşa hinek birîndaran giran e. (ÎLKHA)