Li Meletîyê du erebe li hev qelibîn: Birîndarek

Li navçeya Battalgazîya Meletîyê 2 erebe li hev qelibîn, di encama qezayê de kesek birîndar bû û hat rakirin nexweşxaneyê.

Ekleme: 22.09.2022 09:10:33 / Güncelleme: 22.09.2022 09:10:33 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Qeza, di seat 20.20an de li Bûlwara Buharaya Taxa Çoşnûka li ser rêya Meletî-Xarpêtê pêk hat.

Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin, erebeya bi plaqeya 44 AHE 989 ya ku di bin kontrola C.A. de bû, li erebeya bi plaqeya 31 GU 688 ya ku di bin konrola Ş.Y. de bû qelibî. Di encama qezayê de N.A.yê ku bi rêwîtî di nav erebeyê de bû birîndar bû.

Li ser xeberdayînê ji cihê qezayê re ekîbên polês û tenduristîyê hatin sewqkirin.

Kesê birîndar bi ambûlansê hat rakirin nexweşxaneyê û derheqê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)