Helîkoptera tefandina şewatê ket ‘erdê: 2 mirî 5 birîndar

Helîkoptera ku ji Qastamonûyê rabû û biçe Marmarîsê midexele li şewatê bike, li Denîzlîyê ket ‘erdê. Di encama qezayê de 2 personel canê xwe ji dest dan, 5 kes jî birîndar bûn.

Ekleme: 22.09.2022 08:50:17 / Güncelleme: 22.09.2022 08:50:17 / Xeberen Kurdi / Denizli Haberleri
Destek için 

Ji teref Wezareta Karên Hindir ve daxuyanîyek hat belavkirin, di daxuyanîya wezaretê de hat destnîşankirin ku di helîkoptera ku tê de 5 Rus, 2 Tirkîyeyî hebûn de 2 kesên ku murettebatên heîkopterê bûn canê xwe ji dest dan, 5 murettebat jî birîndar bûn.

Ji şewata Marmarîsa Muxlayê re, 14 helîkopter, 35 helîkopter, 82 avreşok, 5 dozer û 472 personel midexele dikin. (ÎLKHA)