Di 19 operasyonan de 343 koçber hatin qefaltin

Fermandarîya Giştî ya Cenderme, daxuyand ku di encama operasyonên ku di dîroka 11-19ê Îlonê hat kirin de 343 koçber hatin qefaltin.

Ekleme: 21.09.2022 14:10:35 / Güncelleme: 21.09.2022 14:10:35 / Xeberen Kurdi / İzmir Haberleri
Destek için 

Hat destnîşankirin ku di encama operasyonan de dest li ser 2 mînîbûs û 2 erebeyên ku ji bo qaçaxçîtîya koçberan tên şixulandin hat dayîn, 6 şikdarên ku tê îddîakirin qaçaxçîtîyê dikin jî hatin binçavkirin.

Koçberên ku hatin qefaltin jî piştî miameleyên wan ji Navenda Şîyandina Paşve re hatin sewqkirin, şikdarên ku hatin girtin jî ji dadgehê re hatin sewqkirin. (ÎLKHA)