Li Nîjeryayê qezaya trafîkê: 19 mirî

Hat destnîşankirin ku li Nîjeryayê otobûseke rêwîyan li du erebeyan qelibî, di encama qezayê de 19 kes canê xwe ji dest dan, gelek kes jî birîndar bûn.

Ekleme: 19.09.2022 12:05:36 / Güncelleme: 19.09.2022 12:05:36 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Qeza, li Abujaya paytexta welat pêk hat.

Li gorî agahîyên ku ji çapemenîya mehellî hatine bidestxistin otobûseke rêwîyan li du erebeyên ku di alîyê dinê yê rê de dihatin qelibî, li gorî dîyarîyên ‘ewil 19 kes canê xwe ji dest dan.

Di encama qezayê de gelek kes jî birîndar bûn.

Hat diyarkirin ku rewşa hinek birîndaran giran e, ji zêdebûna hejmarê mirîyan jî endîşe tê kirin.

Hat daxuyandin ku sedema qezayê çûndina bi lez bûye. (ÎLKHA)