Şaxên Ciwanên Semsûrê yê HUDA PARê hevdîtina parqê tertîp kir

Şaxên Ciwanên Semsûrê yê HUDA PARê, di çarçoveya hevdîtinê parqê de li Parqa Egrî Çayê bi şîara “Parq Yê Me Ne, Ciwanî Yê Me Ye” hatin cem hev.

Ekleme: 19.09.2022 11:55:32 / Güncelleme: 19.09.2022 11:55:32 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Huseyîn Bayramê Serokê Şaxên Ciwanên Semsûrê yê HUDA PARê, qala armanc û hedefa ev bernameya ku piştî nimêja ‘eşayê bi şîara “Parqan Yê Me Ne, Ciwanî Yê Me Ye” hat kirin kir.

Bayram, diyar kir ku ew ji bona ku ciwanan vegerin ‘eslê xwe bernameyên cuda tertîp dikin.

Bername bi xwendina Quranê hat destpêkirin û bi îlahî û merşan berdewam kir.

Bayram, îfade kir ku ew ê ev bernameyan di cih û dema cuda de cardin bê tertîpkirin.

“Di encama midexelekirina ji fitrata însanê re de hemû mirovatî winda kir”

Mustafa Yetîşê Serokê Bajarê Semsûrê yê HUDA PARê di bernameyê de axavtinek kir û di axavtina xwe de destnîşan kir ku digel ku di fitrata mirovê de xweşikî û başîtî heye jî di midexelekirina ji bona ku xirab bibe de kesên ku çeşîd bi çeşîd xebatan dikin heye.

Yetîş di axavtina xwe de weha got, “Di encama midexelekirina ji fitrata însan re yê ku herî xweşik hatîye xuliqandin de ew ê ku winda kirîye mirovatîye. Piştî şîyandina Hezretî Adem ji dinyayê re êdî di navbera şeytan û însan de dîroka micadeleyê dest pê kir. Hemû pêxemberan, ji bona ku pêşevanîyê ji fitratê însanîyetê bike hatine şîyandin. Xwedê Teala dinyayê li ser armancekî çêkirîye û însanê jî li gorî wê armancê xuliqandîye. Feqet di pêvajoya ku hatîye heta roja me de însan daxwaz kir ku midexeleyê li ev fitratê bike. Mixabin niha di vê dewrê de gelek midexeleyên ciddî ji ciwanîyê re tê kirin. Ev tiştê ku em ji wî re dibêjin bêeslbûn tiştên ciddî derdixe holê. Armanca hemû Pêxemberan veguhestina mirovan ji fitratê re ye.” (ÎLKHA)