14 PKKyî hatin kuştin

Di encama operasyonên ku li Sûrîye, Kurdistana Başur û Colêmêrgê hat kirin de, 14 endamên PKKê ên ku di nav wan de îdarevanên rêkxistinê jî hene hatin kuştin û kesek jî bi saxîtî hate qefaltin.

Ekleme: 18.09.2022 14:40:30 / Güncelleme: 18.09.2022 14:40:30 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Hat ragihandin ku MÎT li Sûrîyeyê bi tevî SÎHAyan 2 operasyonan li dar xist, di encama wê operasyonê de 5 endamên ku di nav wan de Mehmet Gurbuzê ji îdarevanê rêkxistinê yê ku bi rengê sor dihat lêgerîn hatin kuştin.

Ji teref Wezareta Parastin a Tirkîye ve jî daxuyanîyek hat belavkirin ku li “Herêma Pencik-Kilît û Herêma Pencik-Pilingê” 7 PKKyîyên ku hatin tespîtkirin hatin kuştin.

Suleyman Soyluyê Wezîrê Karên Hindir yê Tirkîyê jî daxuyand ku di encama operasyona ku li Colêmêrgê hat kirin de ji 3 endamên rêkxistinê 2 kes hate kuştin kesekî yê dinê jî bi saxîtî hate qefaltin. (ÎLKHA)