Li Japonyayê hişyariya bagerê: Ji bo 4 milyon kesî banga tehliyeyê hat kirin

Midûriyeta Meteorolojiyê ya Japonyayê (JMA) ji bo herêma Kyushuyê hişyariya bagerê da û banga tehlîyeyê kir.

Ekleme: 18.09.2022 11:20:33 / Güncelleme: 18.09.2022 11:20:33 / Xeberen Kurdi
Destek için 

JMA, hişyariyek bi koda asta 5 ya herî bilind a pergala hişyariya Afatê li dijî bagera Nanmadol da, ku tê pêşbînîkirin ku li herêma Kyushu ya li başûrê welêt bi bandor be.

Di çarçoveya hişyariyê de ji bo 1,94 milyon mal û 4 milyon û 30 hezar kesî banga tehliyeyê hat kirin.

Di hişyariyê de hat destnîşankirin ku "asta bagerê ya bê tecrube" wê li wîlayeta Kagoşîmaya herêmê bibe sedema barîna rekorê.

Ev bagera 14emîn e ku îsal li welêt diqewime. (ÎLKHA)