Li Îzmîrê şewata febrîqeyê

Hat destnîşankirin ku li navçeya Torbaliya Îzmîrê di febrîqeyeke kozmetîkê de şewateke ku sedema wê nayê zanîn pêk hat.

Ekleme: 17.09.2022 14:05:35 / Güncelleme: 17.09.2022 14:05:35 / Xeberen Kurdi / İzmir Haberleri
Destek için 

Şewat, di febrîqeyeke ku li Taxa 29 Ekîmê ye de pêk hat. Li ser xeberdayînê ji herêmê re ekîbên îtfaîye, AFAD, tenduristîyê û polês hatin sewqkirin.

Ekîban midexeleyê şewatê kirin û balafirên tefandinê yê aîdê midirtîya giştî ya daristanê jî ji herêmê re hatin sewqkirin.

Ji ber tişten kîmyewî ên ku di nav febrîqeyê de ne dem bi dem teqîn pêk tê, ji ber vê yekê ekîbên îtfaîyeyê zehmetî dikşînin.

Xebatên tefandina şewatê berdewam dike. (ÎLKHA)