Li Pakistanê ji ber lehîyê hejmara kesên canê xwe ji dest dan derket 1545 kesan

Hat ragihandin ji ber barana ku ji 14ê Hezîranê vir ve tesîra xwe didomîne hejmara kesên ku canê xwe ji dest dan derket 1545 kesan.

Ekleme: 17.09.2022 13:50:34 / Güncelleme: 17.09.2022 13:50:34 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Otorîteya Bireveberîya Afet a Netewî, destnîşan kir ku di 24 seatên dawîn de 37 kesên dinê jî canê xwe ji dest dan, 92 kes jî birîndar bûn. Bi tevî ev  hejmara kesên ku canê xwe ji dest dan derket 1545 kesan.

Ji ber lehîyê 1 milyon û 920 hezar xanî zirarê dîtin, 935 hezar û 795 heywan jî telef bûn.

Li herêmên ku ji lehîyê tesîrdar bûn jî xebatên lêgerîn û xelaskirinê didome. (ÎLKHA)