Li Çeşmeyê keleka koçberan bin av bû: 5 mirî, 1 birîndar

Li navçeya Çeşmeya Îzmîrê keleka ku koçber tê de bûn bin av bû, di encama bin av bûna kelekê 5 kes canê xwe ji dest dan.

Ekleme: 17.09.2022 09:50:32 / Güncelleme: 17.09.2022 09:50:32 / Xeberen Kurdi / İzmir Haberleri
Destek için 

Hat diyarkirin ku di encama xebatên ekîbên Ewlehîya Beravê de 14 koçber hatin xelaskirin, cesedê 5 kesan hat dîtin, ji bona kesekê yê ku winda ye jî xebat didomin.

Bûyer, di seat 04.00an de li nêzê Uçburuna navçeya Çeşmeyê pêk hat. Li ser xeberdayînê ji cihê bûyerê re ekîbên Ewlehîya Beravê hatin sewqkirin.

Hat ragihandin ku ji bona kesê winda bi tevî 4 kelekên ewlehîyê, 1 tîma ewlehîya ketina nav avê, 1 helîkoptera Ewlehîya Beravê xebatên lêgerînê hate destpêkirin. Hat ragihandin ku kesê winda zarokekî 12 salî ye. (ÎLKHA)