Li Çînê Bagera Mufîayê tesîrdar dibe

Ji ber Bagera Mufîaya ku li rojhilata Çînê tesîrdar bû nêzê 1,6 milyon kes ji malên xwe hatin tehlîyekirin.

Ekleme: 16.09.2022 11:40:32 / Güncelleme: 16.09.2022 11:40:32 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li wîlayeta Cicîangê 1,2 milyon, li bajara Şanghayê jî 426 hezar kes li sitergahên demborî hatin bicihkirin.

Bagera tropîka ku lezginîya wî dighişt 125 kîlometreyî, ji doh vir de li beravên Cicîangayê xwe tesîr kir.

Bagera ku li alîyê bakur diçe îro li navçeya Fingşîana başura Şanghayê bû sedema ba û baranê.

Hat diyarkirin ku ji ber bagerê li Şanghayê di du balafirgehên navneteweyî de seferên balafirê hatin betalkirin, fealîyetên Benderên Şanghayê û bendera Ningbo ya ku li Cicîangê ye û termînala herî mezin ya Asyayê ye jî  hatin sekinandin.

Hat ragihandin ku ev bager li Çînê bagera 12mîn e ku tê dîtin. (ÎLKHA)



Etiketler: