Azerbaycan, daxuyand ku êrîşên Ermenistanê berdewam dike

Wezareta Parastin ya Azerbaycanê, daxuyand ku mewzîyên Azerbaycanê yên li Laçinê di bin êrîşên top û hawinekan da ye.

Ekleme: 15.09.2022 09:40:31 / Güncelleme: 15.09.2022 09:40:31 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Di daxuyanîyê de weha hat gotin, "Yekîneyên hêzên çekdar yên Ermenî, ji mewzîyên Azerbaycanê yên li Laçinê re ji yekîneyên xwe yên topavetan topên hawinekan a bi 82 û 120 mîlîmetreyî davêjin. Ji teref yekîneyên me ve jî tedbîrên midexeleyê tên girtin."

Wezareta Parastin ya Azerbaycanê, daxuyandibû ku artêşa Ermenistanê di şeva 12 Îlonê û 13 Îlonê de ji sînorên Daşkesen, Kelbajar, Laçin û Zengîlana Azerbaycanê re provakosyaneke mezin dike.

Ji mewzî û sitargehên artêşa Azerbaycanê re, bi guleyên top hawinekan êrîş tê kirin û di encama van êrîşan de jî 50 leşkerên Azerbaycanê hatibûn kuştin. (ÎLKHA)