Li Keşmîrê mînîbûs li kendalê gêr bû: 11 mirî, 24 birîndar

Li Keşmîra ku di bin îşxala Hîndîstanê ye mînîbûsek li kendalê gêr bû, di encama qezayê de 11 kes canê xwe ji dest dan û 24 kes jî birîndar bûn.

Ekleme: 14.09.2022 12:20:33 / Güncelleme: 14.09.2022 12:20:33 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Qeza, li gorî seatên Tirkîye di seat 08.30yan de li herêma Pooncha ku 250 kîlometre nêzê Keşmîrê ye pêk hat.

Li gorî agahîyên ku ji çapemenîya mehellî hatine bidestxistin, mînîbûsa ku tê de xwendekar jî hebûn û ji xwe zêdetir mirov di nav mînîbûsê de bûn, ji rê derket û li newalê gêr bû.

Piştî qezayê xelqê mehelî û hêzên ewlehîyê dest bi xebatên xelaskirinê kirin.

Di encama qezayê de li gorî dîyarîyên 'ewil 11 kes canê xwe ji dest dan û 24 kes jî birîndar bûn.

Ji teref rayedaran ve hat ragihandin ku rewşa hinek birîndaran giran e û ji ber vê yekê dibe ku hejmarê mirîyan zêde bibe. (ÎLKHA)