Li Edeneyê 28 kes piştî ku ketin kanala avdanê xeniqîn

Hat diyarkirin ku di havîna îsal de 28 kesên ku ji bo xwe hênik bikin ketin kanalên avdanê yên li bajêr ji ber xeniqînê jiyana xwe ji dest dan. Di 10 salên dawî de 288 kes di kanalên avdanê de xeniqîne.

Ekleme: 12.09.2022 16:10:40 / Güncelleme: 12.09.2022 16:10:40 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Bi demsala germa havînê re di çem, golên bendav û kanalên avdanê de bûyerên xeniqandinê zêde bûne.

Li Edeneyê jî ji ber hewaya germ a zêde bûyerên xeniqandinê zêde bûn.

Hinek welatiyên ku ji ber germahiya hewayê ji 40 pile derbas bû ji bona ku xwe hênik bikin, ketin qenalên avdanê.

Di demsala havînê de 28 zarok û ciwan piştî ku ji bo hênik bibin ketin kaniyên avdanê xeniqîn.

Pisporan diyar dikin ku gelek bûyerên xeniqînê bi taybetî di ava diherike de hene.

Kişandina herikîn, pêbaweriya zêde ya kesên ku dikarin melevaniyê bikin, avjenî nebûn û xemsarî ji sedemên yekem ên xeniqînê ne.

Li gorî daneyên Saziya Îstatîstîkê ya Tirkiyeyê (TUÎK), li Tirkiyeyê her sal bi giştî 643 kes xeniqîne.

Lê li gorî daneyên Serokatiya Rêveberiya Rewşa Afet û Acîl a Serokwezîrtiyê (AFAD) dema ku kanalên avê, bendav, newal û gol bên girtin, bêyî deryayan ev hejmar di salê de dibe 900 kes. (ÎLKHA)