Li Stenbolê 3 milyon xwendekar dest bi dibistanê kirin

Li bajara Stenbola ku bajareke mezin e 3 milyon xwendekar di 6 hezar û 753 dibistanan de ji bona sala perwerdehî-hindekarîya 2022-2023yan dest bi dibistanê kirin.

Ekleme: 12.09.2022 14:50:47 / Güncelleme: 12.09.2022 14:50:47 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Ji bona sazîyên perwerdehî-hindekarîyê ên ku girêdayê Wezareta Perwerdehîyê ne, sala perwerdehî-hindekarîya 2022-2023yan dest pê kir.

Ji bona xwendekarên dibistana pêşîn û pêşdibistan, di 5-9ê Îlonê de perwerdehîya guncanîyê dest pê kiribû. Îsal perwerdehîya guncanîya xwendekarên dibistana navîn û Lîseyê jî îro dest pê kir û heta 16ê Îlonê bidome.

Li Stenbolê ji bona nêzê 3 milyon xwendekaran û 173 hezar mamosteyan piştî tetîla havînê sala perwerdehî-hindekarîya 2022-2023yan dest pê kir.

Trafîka Stenbolê jî bi destpêkirina dibistanê gelek zêde bû. Li bajêr nêzê 16 hezar erebeyên serwîs derketin rê. (ÎLKHA)