Li Çukurovayê çinîna pembû dest pê kir

Çinîna pembû ya herî ewil a Tirkiyeyê li Edeneyê dest pê kir. Di pembûya ku îsal li ser 450 hezar dekar erd hat çandin tê pêşbînîkirin ku berhemeke zêde bê dayîn.

Ekleme: 11.09.2022 09:55:33 / Güncelleme: 11.09.2022 09:55:33 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Çînîna pembûya ku ji aliyê cotkarên Edeneyê ve wekî 'zêrê spî' tê binavkirin, li taxa Karataşê li herêmên nêzî behrê dest pê kir.

Edene di warê hilberîna pembûyê de li welêt di rêza pêncemîn de ye. Îsal li Edeneyê nêzî 450 hezar dekar pembû hat çandin û tê hêvîkirin ku 200 hezar ton pembû bê berhevkirin.(ÎLKHA)