Hêzên Rûsyayê êrîşî navenda bajarê Xarkivê Ûkraynayê kirin

Hêzên Rûsî navenda bajarê Xarkivê li rojhilatê Ukraynayê bi sîstemeke mûşekavêjê ya piralî topbaran kirin. Di êrîşê de kesek mir û 2 kes jî birîndar bûn.

Ekleme: 11.09.2022 09:50:33 / Güncelleme: 11.09.2022 09:50:33 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li navenda bajarê Xarkovê danê êvarê 5 teqînên cuda hatin bihîstin. Ji ber êrîşê derdor bi dûmaneke zêde li derdorê hakim bû, gelek ambûlans û ekîbên polêsan sewqî herêmê kirin.

Şewat bi alîkariya tîmên agirkujiyê hatin vemirandin.Şaredarê Xarkovê Îhor Terekhov di daxuyaniya xwe ya li ser hesabê xwe yê medyaya civakî de diyar kir ku di êrîşan de 1 kesî jiyana xwe ji dest daye, 2 kes birîndar bûne û 3 mal jî zirar dîtine. (ÎLKHA)