Li Meksîkayê qeza: 20 kes mirin

Li Meksîkayê otobusa rêwiyan û tankera sotemeniyê ya ku madeyên şewatê hildigirt li hev qelibîn, di encama qezayê de 20 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Ekleme: 11.09.2022 09:25:31 / Güncelleme: 11.09.2022 09:25:31 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li ser rêya Victoria de Ciudad a paytexta eyaleta Tamaulipas a li bakurê rojhilatê Meksîkayê ber bi bajarê Monterreyê ve otobuseke rêwiyan û kamyoneke ku madeyên şewatê hildigirt li hev qelibîn.

Piştî qezayê şewat derket. Hat diyarkirin ku ji ber şewata ku ji ber qezayê derket her du wesayît bi temamî şewitîn û ajokarê kamyonê ji cihê bûyerê reviya. Di encama bûyerê de 20 kes mirin.

Hat ragihandin ku di kamyonê de 2 tankên sotemeniyê yên ku nêzî 33 hezar lître madeyên şewitandî tê de hebûn. (ÎLKHA)