Li Papua Gîneya Nû û Endonezyayê erdhej çêbûn

Li Papua Gîneya Nû di mezinahîya 7.6 û li Endonezyayê jî di mezinahîya 6,1ê de erdhejek pêk hat.

Ekleme: 11.09.2022 09:15:36 / Güncelleme: 11.09.2022 09:15:36 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Saziya Lêkolînên Jeolojîk a Amerîkayê (USGS) li welatê Papûa Gîneya Nû ya Pasîfîkê ya Başûr erdhejek bi mezinahiya 7,6an tesbît kir.

Erdheja ku 90 kîlometre di bin erdê de hatiye qeydkirin, 67 kîlometre li rojhilatê bajarê Kainantu pêk hat.

Erdheja din jî li bajarê Padangê eyaleta Sumatraya Rojava ya Endonezyayê pêk hat. Mezinahîya erdhejê 6,1 bû.

Piştî erdheja li Papua Gîneya Nû hişyarîya tsunamîyê hat dayîn.

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin ji ber erdhejê li Papua Gîneya Nû heta niha 16 kes mirin.(ÎLKHA)