Otobûs û traktor li hev qelibîn: Mirîyek, 12 birîndar

Li Qastamonûyê di qezaya ku otobûs û traktorek li hev qelibîn de kesek canê xwe ji dest da û 12 kes jî birîndar bûn.

Ekleme: 10.09.2022 10:05:09 / Güncelleme: 10.09.2022 10:05:09 / Xeberen Kurdi / Kastamonu Haberleri
Destek için 

Qeza, li gundê Hamzabeya ku di navbera navçeyên Taşkopru û Hanonûyê de ye pêk hat.

Hat diyarkirin ku otobûsa ku di bin kontrola S.G. de bû, ji paş ve li traktora ku di bin kontrola A.K. de bû xist.

Di encama qezayê de kesekê ku di nav traktorê de bû canê xwe ji dest da.

Li ser xeberdayînê ji cihê bûyerê de ekîbên tenduristî, cenderme û îtfaîye hatin sewqkirin.

Kesên birîndar bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxaneyan û derheqê qezayê de jî tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)