Li Kilîs û Qeyseriyê 2 endamên DAÎŞê hatin girtin

2 welatiyên biyanî yên li Kilîs û Qeyseriyê di operasyonan de hatibûn girtin, bi sedema ku endamên DAÎŞê ne hatin girtin.

Ekleme: 09.09.2022 16:20:39 / Güncelleme: 09.09.2022 16:20:39 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Di çarçoveya lêpirsîna ku li Kilîsê hat kirin de li navenda bajêr di operasyona ku ji teref cendirmeyan ve li ser xanîyekî hat lidarxistin de kesek hat girtin û binçavkirin.

Kesê ku welatiyê biyanî ye û diyar kir ku endamê DAÎŞê ye, ji teref dadgehê ve hat girtin û hat şîyandin girtîgehê.

Li aliyê din li navçeya Kocasinan a Qeyseriyê jî li dijî mala welatiyê biyanî yê ku hat tespîtkirin ku li navçeya Kocasinan dimîne operasyon hat lidarxistin.

Kesê ku di operasyonê de hatibû binçavkirin ji teref dadgehê ve hat girtin û hat şîyandin girtîgehê. (ÎLKHA)