Keybanû Elîzabeth mir

Elîzabetha 2yemîn ya Keybanûya Îngîlîstanê di qaleya Balmorala ku li Îskoçyayê ye de di 'emrê xwe ya 96 salî de mir.

Ekleme: 09.09.2022 10:30:37 / Güncelleme: 09.09.2022 10:30:37 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Doh di seatên serê sibê de ji Seraya Buckînghamê daxuyanîyek hatibû belavkirin, di daxuyanîyê de hatibû gotin ku ew ji tenduristîya Keybanû Elîzabetha 96 salî gilîdar in û wê kirine bin tedawîyê.

Li gorî seatên Tirkîyeyê di dema êvarê de daxuyanîyek hat belavkirin ku Keybanû Elîzabeth canê xwe ji dest dan.

Hat diyarkirin ku ji dêla Keybanû Elîzabeth kurê wê Qral Charles hat li ser hikumdarîyê. (ÎLKHA)