Di şewata li Sînopê de 5 xanî bûn wek xwelîyê

Hat destnîşankirin ku li navçeya Sarayduzuya Sînopê şewat derket û ji ber şewatê 5 xanî û 'embarek jî şewitîn û bûn wek xwelîyê.

Ekleme: 08.09.2022 14:15:33 / Güncelleme: 08.09.2022 14:15:33 / Xeberen Kurdi / Sinop Haberleri
Destek için 

Şewat doh di seatên serê sibê de li gundê Asarcikê pêk hat.

Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin, di mala Ahmet Ç. de şewateke ku hêj sedema wê nayê zanîn pêk hat. Şewat di demeke kurt de bi tesîra bayê mezin bû û 4 xanî û 'embareke derdorê jî şewitand.

Li ser xeberdayînê ji gund re ji Sarayduzu, Boyabat û Sînopê ekîbên îtfaîye, tenduristî û cenderme hatin sewqkirin.

Ekîbên ku hatin cihê bûyerê midexele li şewatê kirin û agir kirin bin kontrolê, ji ber şewatê 5 xanî û 'embarek bûn wek xwelîyê.

Derheqê şewata ku ne mirî ne jî birîndar hene de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)