Şofêrê ku hakimîyeta dîreksîyonê winda kir qeza kir: 2 birîndar

Li ser rêya Meletî-Sêwasê erebeya ku şofêrê wê hakimîyeta dîreksîyonê winda kir, li barîyeran qelibî, teqle avêt û li şerempolê gêr bû. Di encama qezayê de 2 kes birîndar bûn.

Ekleme: 08.09.2022 10:05:37 / Güncelleme: 08.09.2022 10:05:37 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Qeza, di derdorê seat 18.30yan de li ser rêya Meletî-Sêwasê pêk hat.

Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin, S.E yê ku di nav erebeya bi plaqeya 60 TC 272 û li alîyê Meletîyê diçû de bû, hakimîyeta dîreksîyona erebeyê winda kir û li barîyeran qelibî dû re li şerempolê gêr bû.

Li ser xeberdayîna mirovan ji cihê qezayê re ekîbên tenduristîyê û polês hatin sewqkirin.

Di encama qezayê de şofêrê erebeyê û G.E. yê ku di nav erebeyê de bû birîndar bûn. Kesên birîndar piştî midexeleya 'ewil ya tenduristîyê hatin rakirin nexweşxaneyê.

Derheqê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)