Li Meletiyê wesayîta paqijiyê û otomobîl li hev qelibîn: 2 jê giran 4 birîndar

Hat destnîşankirin ku li Meletîyê qemyona paqijiyê ya şaredariyê û erebeyek li hev qelibîn, di encama qezayê de 2 jê giran 4 kes birîndar bûn.

Ekleme: 07.09.2022 16:20:32 / Güncelleme: 07.09.2022 16:20:32 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Qeza di derdora seat 10.30an de li Çarrêya TUVTURKê ya Rêbeja Xezeyê ya Navçeya Battalgaziyê pêk hat.

Li gor agahiyên ku hatine bidestxistin qemyona paqijiyê ya Şaredariya Bajarê Mezin a bi plaqeya 44 PF 121 ya ku di bin îdareya A.K. de bû, dema ku ji rêya rastê paqijiyê dike, dixwaze derbasî rêya çepê bibe û ji çarrêyê vegere, li wesayîta bi plaqeya 44 T 0897 a di bin bireveberiya C.K. de bû li hev qelibîn. Di qezaya ku pêk hat de şofêr A.K. (51), C.K. (65), rêwiyan R.A. (65) û zarokê A.K. (4) birîndar bûn.

Li ser xeberdayînê ji cihê qezayê re ekîbên tenduristiyê û polîs hatin sewqkirin.

Kesên birîndar bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxaneyên li bajêr.

Hat diyarkirin ku rewşa C.K.yê şofêrê qemyona pagijîyê û ji rêwiyan R.A. giran e û derheqê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)