Li Ugandayê 15 kes ji ber hezîna axê canê xwe ji dest dan

Hat diyarkirin ku li Ugandayê ji ber hezîna axê ku ji sedema baranên zêde pêk hat 15 kes mirin.

Ekleme: 07.09.2022 15:20:30 / Güncelleme: 07.09.2022 15:20:30 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li rojavaya welat baraneke zêde barî û ji ber wê baranê hezîna axê pêk hat.

Li gorî daxuyanîya ku ji teref Xaça Sor a Ugandayê ve hat belavkirin, di encama xebatên lêgerîn û xelaskirinê de cesedê 15 kesan ku zarok û pîrek in hatin bidestxistin.

Hat ragihandin ku li herêmê xebatên lêgerîn û xelaskirinê berdewam dikin. (ÎLKHA)