Emrîqa wê fuzeyên balîstîk ên navparzemînî biceribîne

Wezareta Parastinê ya Emrîqayê (Pentagon) ragihand ku ew ê fuzeyeke balîstîk a navparzemînî ya ku jêhatîbûna nukleerî heye biceribînin.

Ekleme: 07.09.2022 13:45:33 / Güncelleme: 07.09.2022 13:45:33 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Sererkan Patrick Ryderê Berdevkê Pentagonê derheqê meseleyê de daxuyanîyek belav kir û di daxuyanîya xwe de weha got, "Fermandarîya Lêdana Gerdûnî ya Hêza Hewayî ya Dewletên Yekbûyî dê ceribandina operasyonê ya fuzeyeke balîstîk a bêçek Minuteman III ya navparzemînî ya ji Baregeha Hêza Fezayê ya Vandenberg li Kalîforniyayê pêk bîne."

Ryder di berdewama daxuyanîyê de weha got, "Ev avêtin ceribandinek rûtîn e ku ji berê ve hatîye plankirin " û anî ziman ku wan ji berê de hukûmeta Rusya derbarê avêtinê de agahdar kirine. (ÎLKHA)