Li Êlihê xwedîyê otêlekî di êrîşeke çekdar de hat kuştin

Hat diyarkirin ku li Êlihê xwedîyê otêlekî, ji teref kes an jî kesên ku nasnameyên wan nayê zanîn ve bi çekan êrîş lê hat kirin, di encama êrîşê de xwedîyê otêlê hat kuştin.

Ekleme: 07.09.2022 13:30:35 / Güncelleme: 07.09.2022 13:30:35 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gorî ragihînên ku ji teref kesên ku meseleyê dîtin ve hat ragihandin, êrîş doh di seatên êvarê de li Taxa Şafakê pêk hat.

S.O.yê xwedîyê otêlê, ji teref kes an jî kesan ve bi çek êrîş lê hat kirin. Di encama êrîşê de S.O. giran birîndar bû û hat rakirin nexweşxaneyê. Xwedêyê otêlê li nexweşxaneyê digel temamê midexeleyan canê xwe ji dest da.

Derheqê êrîşê de hêj tu daxuyanîyeke fermî nehat belavkirin û derheqê meseleyê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)