Ji rejîma îşxalker a sîyonîst êrîş li Surîyeyê hat kirin

Hat ragihandin ku rejima îşxalker a sîyonîst doh di seatên serê sibê de Balafirgeha Navneteweyî ya Helebê hedef girt.

Ekleme: 07.09.2022 11:15:12 / Güncelleme: 07.09.2022 11:15:12 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gorî xebera ajansa fermî ya Surîyeyê (SANA), Balafirgeha Navneteweyî ya Helebê, ji teref balafirên herbê ya rejima îşxalker ve hat hedefgirtin.

Di xebera ku hat destnîşankirin de hat diyarkirin ku sîstemên parastina hewayî ya Sûrîyeyê fuzeyên rejima îşxalkeran sekinand û gelekê wan jî îmhe kir.

Hat diyarkirin ku di encama êrîşê de pîsta balafirê zirarê dît û niha nikare xizmetê bide. (ÎLKHA)