​HUDA PAR: Lazim e zamên ku li ceyran û gazê hatine kirin demildest bên betalkirin

Berdevkê HUDA PARê Serkan Ramanli di daxuyanîya heftîyane ya partîya xwe de balan kişand li ser zamên ku li ceyran û gazê hatin kirin û derheqê vê yekê destnîşan kir, di nav bêdengîyê de zam hatiye kirin.

Ekleme: 06.09.2022 11:10:32 / Güncelleme: 06.09.2022 11:10:32 / Xeberen Kurdi
Destek için 

“Lazim e zamên ku hatine kirin demildest bên betalkirin”

Ramanli di daxuyanîya ku belav kir de derheqê mijarê de wisa nirxandin kir: “Digel zehmetbûna hilberînê û problema tedarikê ew ê problemên heyî mezintir bibin.  Ji ber ku ji heqê ceyrana ku di zireatê de tê bikaranîn re jî zam hat kirin  ew ê heqê temamê mehsûlên çandinîyê jî zêde bibe. Di talîyê de ew ê dîsa welatî zirarê bibînin. Divê rayedar li hember vê yekê xwe kerr û kor û lal nekin û midaxeleyî vê yekê bikin.  Ji ber zamên ku tên kirin xelk di bin enflasyonê de dieciqî. Divê hikûmet pêşanîyê bide micadeleya li dijî enflasyon û bihabûna heyatê û gavên li gor vê yekê bavêje.Lazim e zamên ku hatine kirin demildest bên betalkirin.”(ÎLKHA)