Li Nîjeryayê êrîş li camîyê hat kirin: 6 kesan canê xwe ji dest dan

Di encama êrîşa çekdarî ya ku li Nîjeryayê li camîyekê hat kirin de 6 kesan canê xwe ji dest dan.

Ekleme: 05.09.2022 14:30:17 / Güncelleme: 05.09.2022 14:30:17 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Êrîş li parêzgeha Bornoyê pêk hat. Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin çend kesên ku li motosîkletê siwar bûbûn bi çekan êrîş birin li ser kesên ku ji bo nimêja şeveqê diçûn mizgeftê.

Di encama êrîşê de herî kêm 6 kes canê xwe ji dest dan û gelek kes jî birîndar bûn.

Hêj nayê zanîn êrîş ji teref kî ve hatiye lidarxistin.(ÎLKHA)