Li Hewlêrê di otelekê de şewat derket: 40 kesên ku mahsûr mabûn hatin rizgarkirin

Hat ragihandin doh êvarî li Hewlêra paytexa Kurdistana Iraqê di otelekê de şewat derket.

Ekleme: 05.09.2022 10:35:32 / Güncelleme: 05.09.2022 10:35:32 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin şewata ku derket bi tesîra bayê di demeke kurt geş û zêde bû ku ji ber şewatê de 40 kes di otelê  de  mahsûr man.

Di encama xebatên tefandin û rizgarkirinê de şewat hat tefandin û 40 kesên ku mahsûr mabûn hatin xelaskirin.

Sedema derketina şewatê hêj nayê zanîn.(ÎLKHA)