Li Sûriyeyê helîkoptereke leşkerî ket xwarê

Hat diyarkirin ku helîkoptereke leşkerî ya aîdî rejima Esed li Sûriyeyê di dema firîna perwerdeyê de ket xwarê.

Ekleme: 04.09.2022 16:30:42 / Güncelleme: 04.09.2022 16:30:42 / Xeberen Kurdi
Destek için 

SANAya Ajansa nûçeyan a fermî ya Sûriyê ragihand ku helîkoptera artêşê danê sibê li bajarê Hemayê di dema firîna perwerdehiyê de ketiye xwarê.

Hat ragihandin ku di dema firînê de di helîkopterê de xeletiyeke teknîkî derketiye.

Hat ragihandin ku pîlot û personelên di helîkopterê de mirine.(ÎLKHA)