Li Sêrt'ê qezaya patpatê: 2 birîndar

Li Şêrwan'a navçeya Sêrt'ê di encama qulipîna 'wesayita cotkariyê ku jê re tê gotin "patpat" de 2 kes birîndar bûn.

Ekleme: 04.09.2022 11:20:36 / Güncelleme: 04.09.2022 11:20:36 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Qeza, li gundê Isqanbo'ya girêdayî navçeya Şêrwan'ê pêk hat. Li gor agahiyên ku hat bidestxistin, 'wesayita cotkariyê ya ku Murta Oneryildiz (30) diajot, di encama winda kirina kontrola direksîyonê de qulipî.

Di qezayê de ajoker û Vedat Oneryildiz (12) birîndar bûn. Birîndar ji teref ekîbên tendirustîyê ji bo tedawî kirinê hatin rakirin Nexweşxaneya Perwerdehî û Lêkolînê ya Sêrt ê.

Di heqê qezayê de tehqîqet hat despêkirin. (ÎLKHA)