2 kesê ku bi pareşûtê li 'erdê ketibûn jiyana xwe ji dest dan

Li Gercews'a navçeya Êlih'ê 2 kesên ku dema pareşûta berwarê dikirin bi ketina 'erdê giran birîndar bûbûn, jiyana xwe ji dest dan.

Ekleme: 03.09.2022 16:15:34 / Güncelleme: 03.09.2022 16:15:34 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Qeza, li Bihureka Dewfiroş'a Gercews'a navçeya Êlih'ê di demên nîvroyê de pêk hat.

Li gor agahiyên hat bidestxistin, Emîn Çoban û Êlî Ozkan'ê ku ji bo pareşûta berwarê bi hev re firîyan, piştî firînê demekê şûn de ji ber sedemeke ne dîyar bi tundî ketin li ser rêbejê.

Li ser xeberdayînê ekîbên tendirustiyê hatin cihê bûyerê, ji birîndarên ku giran birîndar bûbûn re midaxeleya 'ewil hat kirin.

Çoban û Ozkan hatin rakirin Nexweşxaneya Dewlet'ê ya Gercews'ê, lê tevî temamî midaxeleyan her du pareşûtvan jî jiyana xwe ji dest dan.

Di heqê qezayê de tehqîqet hat destpêkirin. (ÎLKHA)