Li Çeneqqele'yê otobûs qulipî qenala avê: 1 mirî, 54 birîndar

Li rêbeja Çeneqqele-Ezîne'yê otobûsa gerê ku ji kontrola ajokarê xwe derketibû gundirî qenala avê, di encama gindirînê de kesek jiyana xwe ji dest da, 54 kes jî birîndar bûn.

Ekleme: 03.09.2022 16:10:38 / Güncelleme: 03.09.2022 16:10:38 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Qeza li rêbeja Çeneqqele-Ezîne'yê pêk hat. Li gor agahiyên hat bidestxistin, otobûsa gerê ku di bin kontrola O.E. de bû ji kontrolê derket û gindirî qenala avê ya di qeraxa rê de bû.

Li gor agahiyên 'ewil ên ku hatine tespîtkirin di qezayê de ji rêwîyan kesek mir, 54 kesan jî birîndar bûn. Li ser xeberdayînê pir ambûlans hat şandin cihê bûyerê.

Birîndar, hatin rakirin Nexweşxaneyên Dewletê yên Ayvacik, Ezîne û Bayramîçê.

Di heqê qezayê de tehqîqet hat destpêkirin. (ÎLKHA)