Li Stenbol'ê sepana asayîşê: 220 binçavkirin

Di sepana ku ji teref Midûrîyeta Ewlehiyê ya Stenbol'ê ve hat kirin de, 220 kesên ku ji sûcên cuda dihatin lêgerîn hatin girtin.

Ekleme: 03.09.2022 14:45:33 / Güncelleme: 03.09.2022 14:45:33 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Sepana bi navê "Hizûr Stenbol" di navbeyna se'eta 21-23.59'an de ji teref Midûrîyeta Ewlehiyê ya Stenbol'ê ve hat kirin.

Di çarçoveya sepanê de di heqê 249 kesên ku dihatin lêgerîn û 174 kesên ku qeçaxên pelanê bûn mi'amele hat kirin, 220 kes jî hat girtin.

Di sepanan de  67 demence/tifingên bêruhsat, 11 demenceya teqteqok, 3 hezar û 806 fîşek, 1 kîlo û 514 xram tiryak, 1019 hebên tiryakê û pereya ku tê texmînkirin ji firotina tiryakê hatiye qezenckirin hatin bidestxistin.

Bi tevahî 22 hezar û 441 'erebe û 1348 motorsîklet hat kontrolkirin. 11 'erebe ji trafîkê hat men kirin û 2 mîlyon 180 hezar û 856 lîre cezaya neqdî hat dayîn. (ÎLKHA)