Li Pakistanê di 24 seatên dawî de ji ber lehîyê 57 kes jiyana xwe ji dest dan

Hat ragihandin hejmara kesên ku li Pakistanê ji ber lehîyê canê xwe ji dest dan didin her ku diçe zêdetir dibe.

Ekleme: 03.09.2022 12:05:31 / Güncelleme: 03.09.2022 12:05:31 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin di 24 seatên dawî de ji ber lehîyê 57 kes jiyana xwe ji dest dan û 7 hezar û 683 kes jî birîndar bûn.

Derbarê mijarê de ji teref Ajansa Îdareya Afeta Neteweyî ya Pakistanê ve hat ragihandin baranên musonê yên ku li Pakistanê ji 14ê Hezîranê pêve dest pê kirin her ku diçin tesîra xwe zêdetir dikin. Li gorî daneyên sazîyê ji ber baran û lehîyan heta niha 1266 kes canê xwe ji dest dan, 5 hezar û 63 kîlometre rê, 243 pir û 173 dikan xera bûn.

Li gorî agahîyan milyonek û 172 hezar û 549  mal jî ji baran û lehîyan zirar dîtin.(ÎLKHA)