Êrîş li de'wetê hat kirin: 1 mirî, 4 birîndar

Li gundê Qodekîya girêdayî Başan'a navçeya Îdir'ê du komên ku ji berê ve dijminatîya wan hebû di merasima dawetê de hatin cem hev. Bi gulleyên ku ji demenceyan hat berdan kesek mir 4 kes jî birîndar bûn.

Ekleme: 02.09.2022 15:20:36 / Güncelleme: 02.09.2022 15:20:36 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gor agahiyên hat bidestxistin S.K. û 3 birayên wî, bi demence û tivingan êrîşî de'weta ku li gund hatibû danîn kirin û gulle li dijminên xwe yên li wir bûn berdan.

Kesên ku beşdarî de'wetê bûbûn ji ber dengên demenceyan bi tirs û qurfan dest bi revê kirin, S. A. (56), M. A. (44), G. A. (32), R. A. (26) û G. A. (9) di encama gulle ketinê de birîndar bûn.

R.Ayê ku ji birîndarên ku hatibû rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Başan'ê bû tevî temamê midaxeleyan jiyana xwe ji dest da.

Birîndarên din jî li Nexweşxaneya Dewletê ya Îdir'ê hatin tedawî kirin. Hat diyarkirin ku rewşa birîndaran baş e.

Cenderme piştî şer li ketin û derketina gund, polîs ji li ber Nexweşxaneya Dewletê ya Îdir'ê tedbîra ewlehiyê girtin.

Hat diyarkirin ku ji bo girtina êrîşkaran xebat hatiye destpêkirin. (ÎLKHA)